ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi balafira taybet a bi navê "ANA"yê di seet 10.50an da çû Wanê.
Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok, Midûrê Ewlehiya Giştî Celalettîn Lekesîz û Midûrê Ewlehiya Enqereyê Kadrî Kartal Serokwezîr Davutoglu û yên pê ra verê kirin.
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş û Wezîrê Parastina Neteweyî Vecdî Gonul bi Davutoglu ra çûn Wanê.
Davutoglu wê beşdarî merasima ku ji bo leşkerên li Daglicayê di êrîşa terorê da cangorî bûn, bibe.