Ahmet Aydın
16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi peywendiyeke telefonî bi boneya wefata kurê wî sersaxî li Serokwezîrê berê Mesût Yilmaz kir.
Li gorî çavkaniyê Serokomariyê, îro destê êvarê peywendiyeke telefonî di navbera Serokomar Erdogan û Yilmaz de pêk hat.
Serokomar Erdogan derbarê wefata kurê Yilmazê Serokwezîrê berê Yavûz Yilmazê 38 salî destnîşan kir ku vê sibehê ew agahiya xemgîn sitendiye û hevxemiya xwe gihand hember.
Erdogan anî ziman ku di van rojên xemgîn de hevxemê malbata Yilmaz e û hêviya sebr û metanetê li malbatê kir.