Serokomar Erdogan: Qibrîsa Bakur êdî radibe li ser piyan
20 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2021
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Meraş wê li gor çarçoveya hiqûqa navneteweyî zirarê nede heqê tu kesî û vebe û ew ê bigîhêje rojên xweş yên berê."
Serokomar Erdogan: "Qibrîsa Bakur êdî radibe li ser piyan. Înşallah em ê heyama dîjîtal li Qibrîsa Bakur bidin destpêkirin."
Erdogan ji Kampusa Lefokaşayê ya Zanîngeha Anadoluyê bi rêya vîdeoyê zindî beşdarî merasima xîm avêtinê û vekirina komî bû.
Serokomar Erdogan anî ziman navenda daneyan a KKTCyê wê pêşva bibin û wiha axivî: "Hewcedariyên binesaziyê yên ji bo pêşkeşîkirina xizmetên teknolojiya agahiyan ya saziyên kamuyê wê 7/24 bênavber û biewle bên tedarîkkirin."
- Herêma Meraşa Girtî
Der barê herêma Meraşa Girtî da jî Erdogan wiha got: "Meraş wê li gor çarçoveya hiqûqa navneteweyî zirarê nede heqê tu kesî û vebe û ew ê bigîhêje rojên xweş yên berê. Projeyên nû yên ku wê herêmê zindî bikin tên kirin. Avahîsazî wê bê parastin, parka bihewz ya ku wek baxçeyê çayê ketiye xizmetê jî ji van yek e."
Serokomar Erdogan: Qibrîsa Bakur êdî radibe li ser piyan