Mümin Altaş,Mehmet Tosun
19 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Sedsala Tirkiyeyê, sedsala her însanekî me yê ku li ser axa vî welatî dijî, jiyana xwe lê îdame dike, bi dilsozî girêdayî wê ye û siberoja xwe lê dibînê ye."
Serokomar Erdogan li otêlêkê beşdarî bernameya "Sedsala Tirkiyeyê-Sedsala Nirxan" bû.
Erdogan anî ziman ku Mêrdîna hewzeya şaristaniyetan bi dîroka xwe ya hezaranê salan heçko puxteya Tirkiyeyê ye.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Mêrdîna ku Tirk, Kurd, Ereb, Suryanî, Êzidî pêkve dijîn, tevî Stenbol û Hatayê paytexteke xweşbîniyê ye û got, "Bi heman şêweyî li çar aliyê Anadoluyê welatiyên ji mezhebên curbicur ên Xristiyanî û Mûsewî jî di nava aramiyê de dijîn."
Erdogan wiha pê de çû:
Mêrdînê bi mizgeft û medreseyên xwe yên sedsalî di heman demê de neynika şaristaniyeta me ye. Em xwediyê gencîneyeke wisa muezzem in û em weke millet ji ber vê şanaz in. Em Mêrdînê li ser vê axê weke keleha ebedî û ezelî ya biratiyê dibînin. Her ku em têne vî bajarê ezîz, em bîzatîhî dibin şahidê vê dewlemendiya beşerî, çandî û dîrokî. Tenê em li derdora xwe binerin ji bo dîtina vê gencîneyê bes e. Eha li kêleka me şahesara 1600 salî ya welatiyên me yên Suryanî Manastira Dêra Zaferanê heye. Ji wirdetir Dêra Çil Şehîdan a ku welatiyên me yên Xristiyan bi hezaranê salan tê de nimêj dikin heye. Perestgeha me ya Mizgefta mezin a ku nêzîka 8 sedsal û nîv e Ezana Muhemmedî jê kêm nabe cîrantiya wan dike. Ev berhem tev de digel Mêrdînê nûnertiya aheng, aşitî, xweşbîniya Anadoluya welatê me yê hevpar dikin."