Mehmet Tosun
13 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2023
Serokê Amerîkayê Joe Bîden li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê Civîna NATOyê da ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan peyameke spasiyê weşandibû û Erdogan jî bi peyameke spasiyê bersiv da wî.
Erdogan di peyama xwe da got wek Tirkiye ew ê her car bi dilsozî û hişmendiya berpirsyariyê piştgiriyê bidin berfirehbûna NATOyê û xurtbûna tifaqê.
Serokomar Erdogan got yekîtiya NATOyê wê têkoşîna dijî terorê, têkiliyên di navbera mitefîqan da, avakirina aştiya herêmî û kurewî di serî da ji bo gelek mijaran hewleke mezin bide.
Erdogan wiha dewam kir: "Heke balê bidin ser fikarên Tirkiyeyê yên ji bo ewlehiya meşrû, gavên herêmî û kurewî yên li gor berjewendiyan bên avêtin em ê vê tevgera xwe biparêzin. Ez ji bo piştgiriya we ya şexsî ya der barê tifaqê da, hêvî û daxwaziyên we û pesnên we spas dikim Birêz Serok."
Serokê Amerîkayê Joe Bîden li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê Civîna NATOyê da peyamek weşandibû û spasiya Erdogan kiribû. Bîden di peyama xwe da wiha gotibû: "Duh Tirkiyeyê di mijara qebûlkirina NATOyê ya Swêdê da peymaneke dîrokî mohr kir. Serokomar Erdogan; ji bo cesaret, pêşengî û dîplomasiya we, em spas dikin."