Tirkiye

Serkeftiyên "Istanbul Photo Awards 2020"ê diyar bûn

Yik Fei Lamê ji Hong Kongê layiqê xelata "Wêneyê Salê" hat dîtin

Abdullah Tel  | 30.06.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
Serkeftiyên "Istanbul Photo Awards 2020"ê diyar bûn

Istanbul

 "Istanbul Photo Awards 2020"a pêşbaziya wêneyên nûçeyan a ku Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo piştevaniyê bide nûçegihanên wênekêşiyê cara 6an e li dar dixe îsal jî temam bû û Yik Fei Lamê ji Hong Kongê layiqê xelata "Wêneyê Salê" hat dîtin.

Ekîba Teknolojiyên Zanyariyê ya AAyê ji bo pêşbaziyê platforma bijartinê ya taybet amade kir û di kategoriya "Nûçeyê ya Yekane" da Yik Fei Lamê bi wêneyê xwe ya bi sernavê "Protestoyên li Hong Kongê" va xelata yekemîntiyê hilda.

Endamên juriyê ji ser platforma dijîtal di 24 û 25ê Hezîranê da hatin bal hev di qada nûçe û sporê da tekane û rêze da çar beş kifşkirin û yên herî baş ên salê diyar kirin.

Di pêşbaziya ku bi sponsoriya Rêhewaya Tirk (THY) va hat kirin da berhemên layiqî xelatê hatin dîtin ji bûyerên li Hong Kongê qewimîn bigir heta Xezeyê pêk hatine tînin pêş çavên xwe û dibînin ku çi bûye.

Di pêşbaziyê da wêneyê bi sernavê "Li Xezeyê Merasima Cinaze ku Mahmoud El Hams ji bo AFPyê kişandibû û tê da zarokên qîzîn ên digirîn tên dîtin di beşa "Nûçeyê ya Yekane" da xelata dûyemîntiyê hilda û wêneya Îbraheem Abu Mustafayê wênekêşê Reutersê ku li Filistînê fitara di nav xirbeyan da hatiye kirin kişandiye jî xelata sêyemîntiyê hilda.

- Di kategoriya "Nûçeyê ya Rêzane" da xelata yekemîntiyê Valerio Bispuri hilda.

Di kategoriya "Nûçeyê ya Rêzane" ya pêşbaziya "Istanbul Photo Awards 2020" da jî Valerio Bispuri bi wêneyên ku di girtîgehên Îtalyayê da bi sernava Mehkûm va kişandibû layiqî yekemîntiyê hat dîtin.

Di heman kategoriyê da Yik Fei Lamê bi wêneyên xwe yên naverok protestoyên li Hong Kongê bûn va xelata duyemîntiyê hilda û xelata sêyemîntiyê jî Alain Schroeder bi rêze wêneyên xwe yên ku orangutanên bi darê zorê ji daristanên Baranê tên derxistin va kişandibû, heq kir.

Wêneya bi sernava "Jîmnastîkeran" a ku Jakub Porzyckiyê nûçegihanê wêneyan ê Rojnameya Gazeta Wyborcza a li Polonyayê tê çapkirinê ye di kategoriya "Sporê ya Tekane" da xelata yekemîntiyê hilda. Di heman kategoriyê da xelata duyemîntiyê Richard Heathcote bi wêneya sernava wê "Du cara Şampiyon" e va hilda û Andrea Stacciolî jî bi wêneya xwe ya sernavê "Xozneber" va layiqî sêyemîntiyê hat dîtin.

Di kategoriya "Sporê ya Rêzane" ya Istanbul Photo Awardsê da wênekêşê Getty Imagesê Adam Pretty bi berhema xwe ya sernav "Di Olîmpiyatan da Destpêka Hilkişîna Sporê" va ku sporvanan wek mijar hilbijartibû xelata yekemîntiyê û bi rêzeya paralîmpîkê ku sporvanên wê qadê wek mijar hildabû va jî xelata duyemîntiyê hilda. Wênekêşê AFPyê Franck Fife jî bi wêneyên sernav Pêşbaziya Bisiklêtan a Tîtanê" va xelata sêyemîntiyê qezenc kir.

Ji bo "Wêneya Salê" xelata ku 8 hezar dolar bû hat dayîn ji bo her yekemînên beşên din jî 5 hezar, ji bo duyemînan 3 hezar û ji bo sêyemînan jî hezar û 500 dolar xelat hat dayîn.

Hûrgiliyên der barê wêneyên pêşbaziyê da biserketin û xelat heq kirin jî ji ser navnîşana "http://istanbulphotoawards.com/"ê wê bên dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.