MERSÎN
Li navçeya Erdemliya Mêrsînê semasiyekî 4 mêtroyî û 500 kîloyî kete tora masîgiran. Mehmet Durdu Kertmezê xwediyê kelekê diyar kir ku dema ku wan tora xwe berhev kiriye dîtine ku semasiyek ketiye tora wan, lê ev semasî ji semasiyên din mezintir û girantir e.
Kertmez got ku semasî şandine marketeke li Enqereyê û kîloya wê jî ji 25 lîreyê hatiye firotan.
Serokê Kooperatîfa Hilberînên Avê yê Erdemliyê Yalçin Sakin daxuyand ku di vê demsalê de semasî dikevin tora masîgiran û wiha axivî:
"Semasiyên ku dikevin torê ji ber ku nikarin xilas bibin dimrin. Masîvan jî nikarin wan paşve biavêjin behrê hildidin tînin. Bi salan berê semasî di Behra Spî de zede hebûn, lê niha kêm in.
Welatiyên ku semasî dîtin hewl dan ku ligel semasî wêneyan bikşînin.