Mustafa Çalkaya
09 Adar 2025•Rojanekirin: 10 Adar 2025
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku trêna rêwiyan a Wan-Tehranê wê îro ji Tehranê rê bikeve û sefera ewil a ji Wanê jî wê sibê çêbibe.
Uraloglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da bi bîr xist ku piştî hevdîtinên bi Îranê ra biryar hat dayîn ku seferên trêna rêwiyan a navbera Wan û Tehranê ji nû va bên destpêkirin.
Wezîr Uraloglu bal kişand ser wê yekê ku hevkariya rêyên hesinî ya navbera Tirkiye û Îranê ji bo xurtkirina çûnûhatina herêmê û zêdekirina çalakiyên geştiyariyê girîng e.
Uraloglu destnîşan kir ku ji nû va destpêkirina seferên trênê ya navbera Wan û Tehranê wê têkiliyên aborî û çandî zêdetir xurt bike.

- Sefer wê di hefteyê da du caran çêbibin
Uraloglu diyar kir, trêna ku wê ji aliyê Şirketa Veguhastina Rêwiyan a Îranê (RAJA) va bê xebitandin, ji 7 vagonên bikuşet yên 40 kesî hildide, wê her hefte du caran biçe û bê.
Wezîr Uraloglu wiha dewam kir: "Trêna navborî îro wê ji Tehranê bi rê bikeve. Ji bo ku ji Wanê here Tehranê jî wê di 10ê Adarê da roja duşemê bi rê bikeve. Trêna rêwiyan a Wan-Tehranê wê rojên yekşem û çarşemê ji Tehranê, rojên duşem û pencşemê jî ji Wanê bi rê bikeve. Rêwiyên me bi saya rêya hesin wê rêwîtiyeke 22 saetan a bi konfor bikin."
Uraloglu daxuyand, trêna ku di navbera 2019-2020an da dixebitî û ji ber şewba Kovîd-19yê navber dabû seferên xwe, qasî 10 hezar rêwî biribû û anîbû.
