Nevzat Umut Uzel
01 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2024
Li Îpekyoluya navçeya navendê ya Wanê li Sûka Misrê ya ji ber şewata duh gelek dikan bûn rijik, lêkolîna ekîban didome.
Şewata ku duh êvarê li Sûka Misrê ya li Taxa Şerefiyeyê derket û sedema wê hê jî nehatiye tesbîtkirin, bi midaxeleya ekîbên Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat temirandin.
Li sûka ku îro bi hilhatina rojê ra dîmena xesarê bi awayekî zelaltir xuyan kir, hat dîtin ku gelek dikan bûne rijik û hinekan jî xesar dîtiye.
Li sûka ku polêsan li dewrûberê tedbîrên ewlekariyê sitandin, ekîbên lêkolîna cihê bûyerê jî ji bo tesbîtkirina sedema derketina şewatê, xebat meşand.
Dikandar jî li devê sûkê li benda xebata ekîban man.