SÎÎRT
Li Sêrtê komeke xwendekarên zanîngehê ji ber bûyera Ûlûdereya navçeya Şirnexê ya ku tê de 34 kes miribûn, meşiyan.
Komeke ku ji xwendekarên zanîngehê û endamên Komelaya Xwendekarên Demokratîk a Botanê, pêk tê li ber Fakûlteya Perwerdeyê ya Kampusa Kezerê ya Zanîngeha Sêrtê kom bûn. Kom bi dovîzên di destê xwe de yên wekî "Bila dawî li qetlîaman bê", "Bila êdî dayik negirîn", û "Heke em ji bir bikin bila dilê me hişk bibe, em ji bo Roboskiyê edaletê dixwazin" heta Fakulteya Mîmartî û Endazyariyê meşiyan.
Xwendekaran ji bo xatirê 34 kesên ku li Ûlûdereyê mirin, skeçên temsîlî lîstin û li ser navê wan peyam xwendin.
Kom pişt re ji bo ku daxuyaniya çapemeniyê bide dîsa ber bi Fakulteya Perwerdeyê meşiya û nobedarên taybet destûr nedan xebatkarên çapemeniyê yên ku kom dişopandin.
Kom piştî daxuyaniya çapemeniyê belav bû.