AGIRÎ
Roviyê ku li ser rêya Elaşgira navçeya Agiriyê hatibû dîtin pêşiyê hat tedawîkirin paşê jî hildan bin parastinê.
Nusret Bayramê ku li navçeyê dijî li taxa Esentepeya ku li ser rêbeja Agirî û Erziromê roviyekî birîndar dît.
Bayram roviyê birîndar avête erebeya xwe û pêşiyê bir Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Navçeyê paşê jî bir ser beytarekî taybet.
Rovî hat dermankirin û nigê wî yê şikestî hat girêdan.