E.O
29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Rojnamevan Ercan Gunê ku yek ji 42 rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya FETO de der barê wî de biryara binçavkirinê hatibû derxistin e, ji bo ku îfade bide çû Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê.
Bi telîmata dozger Gun hat binçavkirin û ew birin Midûriya Asayîşê ya li Gayrettepeyê.
Her wiha hat diyarkirin ji roja ku lêpirsînê dest pê kiriye vir ve Gun her roj telefonî dozgeriyê kiriye û gotiye ku "Ez ê îro bême îfadedayînê."
Nazli Ilicak, Seyît Kiliç, Yakup Saglam, Bayram Kaya, Cîhan Acar, Bunyamin Koselî, Emre Soncan, Mustafa Erkan Acar, Cemal Azmî Kalyoncu, Abdullah Kiliç, Habîp Guler, Mehmet Gundem, Cuma Ulus, Hanim Buşra Erdal, Huseyîn Aydin, Bulent Mûmay, Haşîm Soylemez, Alî Akkuş, Yakup Çetîn, Arda Akın û Ufuk Şanliyê ku di çarçoveya lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya FETO ya ku ji aliyê Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê kirin de hatibûn binçavkirin derxistibûn dadgehê. Dozgeriyê ji 21 rojnamevanan 20 kesî bi daxwaza girtinê, Bulent Mûmayê jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeriyê kiribû.