"Roja şemiyê em ê herin Fatîha keştiya xwe ya sondajê"
Nihat Kavşut
14 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2020
TBMM
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Roja şemiyê em ê ji bona dîtina xebatan him herin serdana Fatîha keştiya xwe ya sondajê û him jî mîqtara rezerva nû eşkere bikin."
Erdogan di civîna koma meclisê ya partiya xwe da xwe da axivî.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir Meclis bi wesfê xwe yê avakar û rengîniya xwe ya di warê da temsîlê da wijdana hevbeş ya welatê me temsîl dike û got ku di bin vî banî da bi şertê ku bi terorê ra têkildar nebe û li gor hiqûqê tevbigere heq û ciyê gotin û wateya her fikrên siyasî heye.
Erdogan diyar kir wê li qadê dîsa bersiva ku heq dikin bidin Yewnanistan û Rêvebiriya Rûmên Qibrîsê ku gotinên di hevdîtinên li platformên Neteweyên Yekbûyî û NATOyê da dane bi cî naynin.
Serokomar Erdogan diyar kir roja şemiyê wê ji bona dîtina xebatan him herin serdana Fatîha keştiya xwe ya sondajê û him jî mîqtara rezerva nû eşkere bikin.
Erdogan destnîşan kir di serî da Yekîtiya Tebîbên Tirk pirsgirêkên li saziyên meslekî da êdî nayên qebûlkirin û wiha axivî: "Ji çi çaxê da kesên ku nêzîkî terorê ne dikarin bên rêvebiriya Yekîtiya Tebîban ku saziyeke girîng e. Navê vê helwesteke demokratîk nîne, navê vê hedîseyê ew e ku rêxistinên terorê dest didin ser saziyên civakî yên sivîl. Piştî budçeyê divê karekî ewil yê Meclisê ev mijar be. Ji saziyên meslekî yên ku navê Tirk û Tirkiyeyê heq nakin divê em demildest vê îmtiyazê hildin."
Serokomar Erdogan balê kişand ser pevçûnên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê da û wiha got: "Heger li dinyayê mafên mirovan û demokrasî hebe û hûn jî 30 sal e wezîfedar in ku di nav sêaliyên Mînskê vê pirsgirêkê çareser bikin, divê hûn kesî egle nekin, van mizakereyan biqedînin û vê axê teslimî xwediyê wê bikin."
Erdogan diyar kir amade ne ku her cure destekê bidin xwîşk û birayên xwe yên Azerî û wê dîsa bidin û wiha peyivî: "Hûn çima behsa desteka yên di nav sêaliyên Mînskê da ne nakin? Ji Rûsyayê û bi heman awayî ji Fransayê evqas çek tên. Hûn çima behsa van tiştan nakin?"
Serokomar Erdogan der barê vekirina Maraşa Giştî da diyar kir herêma Maraşa Giştî ya Tirkên Qibrîsa Bakur e û got ku divê ev wiha bê zanîn.
"Roja şemiyê em ê herin Fatîha keştiya xwe ya sondajê"