Ahmet Aydın
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
ANKARA
Fuat Oktayê Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê derbayê qanûna pesendkirî dewleta neteweyî ya cihûtiyê got, "Qanûneke wisa ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin. Quds paytextê Filistînê ye û wê berdewam paytextê Filistînê be."
Oktayê Cîgirê Serokomar li ser hesabê xweyî Twitterê derbayê qanûna "Dewleta Neteweyî ya Cihûtiyê" ya ku li parlementoya Îsraîlê hat pesendkirin de parvekirinek kir.
Oktay wiha nivîsî:
Parlementoya Îsraîlê ya ku maf û azadiyên sereke tune dihesibîne, di bin navê 'Qanûna Dewleta Netewî ya Cihûtiyê' de binemayên hiqûqî yên cîhanî binpê kir. Qanûneke wisa ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin. Quds paytextê Filistînê ye û wê berdewam paytextê Filistînê be."