Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di nêzî saet 07.00an de pifika hewaya germ ya aidê şirketeke taybet ji bo tûrê bavêje ji bajaroka Goremeyê rabû.
Pifik li herêma Karadage ya nêzî rêbeja Avanos û Nevşehîrê ji ber bayê bi awayekî hişk daket û erdê ket.
Li gor tespîtên ewil di qezayê de turîstek mir û 5 turîst jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên li derûdor kirin û xebatkarên şirketa pifikê jî nehîştin ku xebatkarên çapemeniyê dîmenan bikşînin.