ORDU
Cinazeyê Ahmet û Mehmet Şahîn ên ku li Hewlêrê di qezaya tûnêlê de mirin, li navçeya Çamaşê defin kirin.
Cinazeyên her du birayan bi ambulanseke taybet anîn Taxa Bûdakê ya Çamaşê. Ji vir jî piştî hev du helalkirinê, birin Mizgefta Navend a Bûdakê.
Li vir nimêja cinazeyên her du birayan kirin û piştî nimêjê cinaze birin li goristana malbatê ya li heman taxê û defin kirin.
Waliyê Orduyê Îrfan Balkanlioglû, Qaymeqamê Çamaşê Hasan Gokpinar, Şaredar Alahîttîn Gîden, xizm, malbat û gelek welatî beşdarî merasima cinaze bûn.
Ji aliyê din ve hat dîtin ku Tûrgay Şahînê ku ji qezayê filitî jî nikare li ser piya bisekine.
Bavê Tûrgay Şahîn Abdullah Şahîn, daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji bo lawê min ji qazayê sax filitî bextewar im; lê belê ji bo ku lawên apê min mirin ez xemgîn im.
Pêr tûnêla Pîrmanê ya li ser rêya di navbera Hewlêr û Selahadînê de dihat çêkirin ya ku fîrmayeke tirk dida çêkirin hilweşiya bû. Di qezayê de Ahmet Şahîn (45) û birayê wî Mehmet Şahîn (40) digel Celal Dîlmen (55) miribûn.