01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2015
ANKARA
Walîtiya Enqereyê daxuyand ku di qezaya trafîqê ya li Dîkîmeviyê de li gorî tespîtên ewil 12 welatî mirin, 12 kes birîndar bûn, di 8 wesayîtan de jî xesar çêbû.
Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê de hat bibîrxistin ku di saet 13.30an de otobusa ku ji Çarrêya Çankaya-Cebecî Dîkîmeviyê ber bi îstiqameta Kurtuluşê diçû ji ber sedemeke ku hê nehatiye tespîtkirin serî ji şofêr stend, li rawestgehê qelibî û biqasî 80 mêtroyî li ser peyarêyê xişikî.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî tespîtên ewil di encama qezayê de 12 welatî mirin, 12 kes birîndar bûn, di 8 wesayîtan de jî xesar çêbû.
Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku 3 birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Ji hêla din hat gotin ku meqamên edlî dest danîn ser bûyerê û tehqîqatê dewam dikin.