ANKARA
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê da zanîn ku dê xizmetên vîzeyê yên li Tirkiyeyê ji nû ve bi temamî bidin destpêkirin.
Di daxuyaniya ku ji balyozxaneyê hat dayîn de hat îdiakirin ku hikûmeta Tirkiyeyê girêdayî temînata ast bilind a wekî ji cotmehê vir ve tu lêpirsîneke din ji bo xebatkarên herêmî yên di mîsyona li Tirkiyeyê ya Amerîkayê tune, xebatkarên li balyozxane û qonsolosxaneyên Amerîkayê têkiliya bi rayedarên tirk re jî di nav de ji ber ku peywira xwe ya fermî bi cî tînin dê neyên binçavkirin an jî girtin ma.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku hikûmeta Tirkiyeyê di siberojê de dema bixwaze ku yek ji xebatkarên herêmî yên ku li misyonên Amerîkayê dixebitin binçav bike an jî bigire meqamên Tirkiyeyê dê beriyê de agahî bide hikûmeta Amerîkayê.
Di peyama Balyozxaneya Amerîkayê de van gotinan cî girt: "Li gor pabendbûna hember temînatên navborî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê wisa bawer dike ku rewşa ewlehiyê bi qasî ku li Tirkiyeyê xizmetên vîzeyê ji nû ve bi temamî bidin destpêkirin baş bûye."
Têkiliya Metîn Topuzê peywirdarê Serqonsolosxaneya Amerîkayê ya li Stenbolê bi Zekeriya Ozê dozgerê berê yê firarî û midûrên polêsan ên berê yên ku di çarçoveya lêpirsîna ku der heqê kumpasa Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di 17-25ê kanûna pêşîn de der barê wan de doz hatibû vekirin re hatibû tespîtkirin. Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Stenbolê ji ber sûcên "sixûrî" û "teşebûsa ji holê rakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" Topuz girtibû.
Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bertek nîşanê girtinê dabû. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî der heqê Metîn Topuz de daxuyaniya "Kesê navborî yê ku di 25ê îlona 2017an de ji ber sûcên girêdayî terorê hat binçavkirin û pişt re hat girtin personelê di lîsteya fermî ya Serqonsolosxaneya Amerîkayê de nîne, xwediyê tu girêdanên dîplomatîk an jî konsuler jî nîne."
Amerîkayê di 8ê cotmehê de îlan kir ku xizmetên vîzeyê yên ku koçber nînin yên hemû mîsyonên dîplomatîk ên li Tirkiyeyê yên Amerîkayê hatin rawestandin û li ser vê yekê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtinê jî daxuyaniya "xizmetên vîzeyê yên ji bo welatiyên Amerîkayê yên hemû mîsyonên me yên li Amerîkayê hatin rawestandin." dabû.
- Ji Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê daxuyaniya vîzeyê
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Amerîkayê hember pêngava vîzeyê ya Amerîkayê got ku "Amerîkayê sînordarkirinên di sepanên vîzeyê yên ji bo welatiyê me rakirin û ji îro ve vegeriyan berê û em ji ber vê yekê kêfxweş in. Di çarçoveya muteqabiliyetê de aliyê me jî sînordarkirinên di rejima vîzeyê ya ji bo welatiyên Amerîkayê di heman demê de hatin rakirin" û destnîşan kir ku der barê dosyeyên ku li Tirkiyeyê pêvajoya darizandina wan dewam dikin de tu temînat nedane Amerîkayê.
Balyozxaneyê der barê rakirina sînordarkirinên di rejima vîzeyê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê hat gotin ku "Amerîkayê sînordarkirinên di sepanên vîzeyê yên ji bo welatiyê me rakirin û ji îro ve vegeriyan berê û em ji ber vê yekê kêfxweş in. Di çarçoveya muteqabiliyetê de aliyê me jî sînordarkirinên di rejima vîzeyê ya ji bo welatiyên Amerîkayê di heman demê de hatin rakirin."
- "Temînat nehat dayîn"
Ji aliyê din ve hember îdiaya "temînat hat dayîn" a ku di daxuyaniya Amerîkayê de anîn rojevê de gotin ku "Em dixwazin ku di çarçoveya temînatên ku di daxuyaniya Amerîkayê de hat qalkirin de destnîşan bikin ku Tirkiye dewletekî hiqûqê ye, der barê dosyayên ku darizandina wan berdewam dikin de hikûmeta me tu temînat nedaye, tu peywirdarên nûnertiyan ên li welatê me ji ber îcrakirina peywira xwe ya fermî der heqê wan de lêpirsîna edlî nehatiye vekirin."
Di daxuyaniya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê de dan zanîn ku Amerîkayê îdia kiriye ku ji Tirkiyeyê temînat sitandine û rast nedîtin ku rayên giştî yên Tirkiye û Amerîkayê xelet hatin agahdarkirin.
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de jî cî dan gotina "Der barê dozên ku li Amerîkayê der heqê welatiyên Tirkiyeyê berdewam dikin de jî fikarên mezin ên Tirkiyeyê dewam dikin. Rayedarên tirk ji bo ku ev doz bi awayekî tetmînker bên çareserkirin dê mixatabên xwe yên amerîkayî re hevdîtina xwe berdewam bike."
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê dabû zanîn ku xizmetên vîzeyê yên li Tirkiyeyê dê ji nû ve bi temamî dest pê bikin.
Di daxuyaniya ku ji balyozxaneyê hat dayîn de hatibû îdiakirin ku hikûmeta Tirkiyeyê girêdayî temînata ast bilind a wekî ji cotmehê vir ve tu lêpirsîneke din ji bo xebatkarên herêmî yên di mîsyona li Tirkiyeyê ya Amerîkayê tune, xebatkarên li balyozxane û qonsolosxaneyên Amerîkayê têkiliya bi rayedarên tirk re jî di nav de ji ber ku peywira xwe ya fermî bi cî tînin dê neyên binçavkirin an jî girtin ma.
- Di 8ê cotmehê de hatibûn rawestandin
Têkiliya Metîn Topuzê peywirdarê Serqonsolosxaneya Amerîkayê ya li Stenbolê bi Zekeriya Ozê dozgerê berê yê firarî û midûrên polêsan ên berê yên ku di çarçoveya lêpirsîna ku der heqê kumpasa Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di 17-25ê kanûna pêşîn de der barê wan de doz hatibû vekirin re hatibû tespîtkirin. Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Stenbolê ji ber sûcên "sixûrî" û "teşebûsa ji holê rakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" Topuz girtibû.
Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bertek nîşanê girtinê dabû. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî der heqê Metîn Topuz de daxuyaniya "Kesê navborî yê ku di 25ê îlona 2017an de ji ber sûcên girêdayî terorê hat binçavkirin û pişt re hat girtin personelê di lîsteya fermî ya Serqonsolosxaneya Amerîkayê de nîne, xwediyê tu girêdanên dîplomatîk an jî konsuler jî nîne."
Amerîkayê di 8ê cotmehê de îlan kir ku xizmetên vîzeyê yên ku koçber nînin yên hemû mîsyonên dîplomatîk ên li Tirkiyeyê yên Amerîkayê hatin rawestandin û li ser vê yekê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtinê jî daxuyaniya "xizmetên vîzeyê yên ji bo welatiyên Amerîkayê yên hemû mîsyonên me yên li Amerîkayê hatin rawestandin." dabû.news_share_descriptionsubscription_contact


