"Pêşnûmaya Zagona Torbe" ya ku tê de verastkirinên wek karkerên somayî yên kanê, pergala taşerontiyê, tayînkirina 35 hezar mamosteyan jî hene, di Lijneya Giştî ya TBMMê de hat qebûlkirin.
Kesên ku miayeneya wesaîta xwe di demê de çênekiribe û ji ber vê jî ceza xwaribe û kesên ku deynê wan ê baca gumrikê hebe piştî derketina "Zagona Torbe" ev deynên wan wê cardin bên hesabkirin.
Li gor "Zagona Torbe" kesên ku miayeneya wesaîta xwe di demê de çênekiribe heke heta 31ê berfanbara 2014an miayeneya wesaîta xwe çêbike, heta dîroka weşandina zagonê wê ferqa enflasyonê bide û wê ji mehê sedî 5 cezadayînê xelas bibe; piştî ku zagon hat weşandin jî wê mehê ji sedî 1 ferqê bide. Lijneya Wezîran dikare vê demê heta 30yê hezîrana 2015an dirêj bike.
- Karkerên ku di kana komir û lînyîtê de dixebitin perê wan wê ji du qatî berkeda kêmtirîn hindiktir nebe.
- Kesên ku di xizmeta malan de ji 10 rojan zêdetir bixebitin, dê sîgorta wan bê çêkirin. Yên ku sîgorta kesa/ê ku di mala xwe de wek xizmetkar dixebitîne di demê de ranezîne, wê bi qasî berkeda kêmtirîn ceza bixwe.
Li gor pêdiviya biryara astengkirina înternetê, dema qedexekirina herî zêde ya înternetê ji 24 saetan dadikeve 4 saetan.
Tayîna 35 hezar mamosteyan wê heta 31ê berfanbara 2014an bê kirin.
Ji bo ku kesek tayînî mamostetiya namzed bibe, şertê serkeftina ezmûnê ya ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî û OSYM dike, radibe. Bi vî awayî ezmûna tayînkirinê ya mamostetiya namzed Wezareta Perwerdeya Neteweyî wê bike. Mamosteyên namzed di dawiya salê de wê nekevin ezmûna devkî û nivîskî; wê an bikevin ezmûna nivîskî an jî bikevin ezmûna devkî.
Dema xizmeta mamosteyan, li gor daxwazê cihguhertina wan a navbajêr û derbajêr, wê di rêziknameyê de bê kifşkirin.