TBMM
Di Lijneya Giştî ya Meclisê de pêşniyaza CHPê ya "Sedemên bûyerên terorî yên ku zêde bûn û gefê li aştiya civakî dixwin û ji bo li hemberî wan tewdîr bên girtin divê Lêkolîna Meclisê bê kirin û komîsyon bê avakirin" hat redkirin.
Hemû parlementerên CHP û HDPê ji bo qebûlkirinê, hemû parlementerên AK Partiyê û hin parlementerên MHPê jî ji bo redkirina pêşniyaza avakirina komîsyonê ray dan.
Di encama raydayînê de rayên ji bo redkirina pêşniyazê zêdetir derketin û parlementerên CHP û AK Partiyê îtiraz li vê yekê kirin û Cîgirseroka Meclisê Şafak Paveya ku civîn birêvedibir jî li ser îtirazan got: "Yên ku qebûl nekirin zêdetir in, nehat qebûlkirin ku Lêkolîna Meclisê bê vekirin."
Baydemir: "Em ê teslîmî zilma zaliman nebin"
Parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr di Lijneya Giştî ya Meclisê de li ser navê partiya xwe xeberda û xwest ku bila ev civîn bi kêrî welêt bê û tundiya ku li çar aliyê welêt belav bûye bitefîne.
Baydemir diyar kir ku divê ji bo aştiyê xebat bidomin û wiha pê de çû: "Li vê derê armanca min û koma min ne ew e ku ji kesên şer dixwazin re em bibêjin erê şer û şer. Ez careke din dibêjim armanca me ne ew e ku benzînê bi agir de bikin, berevajiyê vê em dixwazin avê li wî agirê şerê ku wê seranserê welêt bide ber xwe bikin. Ez li vê derê careke din dibêjim çawa ku ew xwîşk û birayên me yên li Sirûcê hatin qetilkirin xwedî mafê jiyanê bûn û ew du birayên me yên polês ên ku li Ceylanpinarê di xewê de hatin kuştin jî xwedî mafê jiyanê bûn. Bila baş bê zanîn ku li pişt her êrîşê planek heye."
Baydemîr destnîşan kir ku HDP ji bo aştiyê dixebite û wiha dewam kir: "Em wek HDP bila hemû civakên Tirkiyeyê bizanibin tirk, kurd, laz, çerkez, ereb û hemû welatiyên Tirkiyeyê em li hemberî zilm û zordariya zaliman a bo aştî, azadî, wekhevî û bihevrejiyîna 78 milyonî serî danaynin."
Parlementerê CHPê yê Stenbolê Murat Ozçelîk jî axivî û got: "Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê pekandin Tirkiyeyê. Tirkiye ber bi hêleke din ve diçe û niha bi pirsgirêka ewlehiya neteweyî ve rû bi rû maye."