04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Li Îzmirê 8 kesên ku tê îdiakirin di medyaya civakî da propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kirine hatin binçavkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Teror û Îstixbaratê ya Midûriyeta Ewlekariyê li ser îdiaya ku hin kes li ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê dikin xebat dan destpêkirin.
Tîman di vê çarçoveyê da serê sibê operasyon bi ser navnîşanan û 8 kes binçav kirin.
Di lêgerîna malên şikbaran da hin melzemeyên dijîtal û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Ji bo girtina 2 şikbarên din jî xebat didomin.