Di operasyonên hêzên ewlekariyê yên ji 22yê tîrmehê û vir ve yên li dijî rêxistina terorê PKKyê de 943 terorîst hatin kuştin. Di encama vê de panîk, tirs, pêşniyaziya çalakî û stratejiyên nû û diyalogên mensûbên rêxistinê yên li dijî xelkê herêmê yên piçûkxistinê di bêtêlan de xwe dan der.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, hemû çalakiyên ku rêxistin pêk tîne terorîst bi kamerayan qeyd dikin û dîmenan dişînin bakurê Iraqê. Dîsa hat destnîşankirin ku ev dîmen li bakurê Iraqê tên nirxandin û tên rexnekirin û herwisa endamên rêxistinê hewl didin ku van pêşniyazan cîbicî bikin, lêbelê yekser bi ser nakevin.
Hat gotin ku terorîstên li herêmê timî di nava amadekariya çalakiyên nû de ne, lê şikestina dawîn li ser wan û bi taybetî jî li ser kesên ku nû beşdar dibin, tesîreke neyênî dike.
- Li dijî xelkê herêmê gotinên piçûkxistinê
Di axaftinên bêtêlê de ji bo xelkê herêmê ji ber ku "di bûyeran de berteka xwe nîşan nadin" dibêjin, "xelkê gurî". Tê gotin ku di axaftinan de dibêjin, "Ji bo ku xelkê herêmê bertekê nîşan bide hewce ye şert û rewşeke pir girîng bê afirandin."
Berpirsê seheya navîn Ekrem Guneyê ku navê wî yê rêxistinê Azad Sîser e di axaftina xwe ya bêtêlê de dibêje, "Gel xweserî îlan kir, lê li hemberî vê dewletê jî li dijî gel û rêxistinê şerekî giştî dest pê kir. Ji bo serketinê divê xelk bi vê were bawerkirin û ev heyam ji bo me fînalek e. Heger serkeftin nebe, emê bişkên û dawiya me yê were."
- Ji çapemeniya biyanî daxwaza piştgiriyê
Dîsa di axaftinên bêtêlan de tê gotin ku piştgiriya çapemeniya biyanî pir girîng e û ji ber ku çapemeniya biyanî der heqê çalakiyên rêxistina terorê de cih dide xeberên erênî û dîmenên wisa dikişînin ku dikare fikara "şerê navxweyî" bixe rojevê û di vê çarçoveyê de dîmenên xendek û avahiyên xirabe pir kêrhatî ne.
- Çavê şivanan ditirsînin
Bal tê kişandin ku çalakiyên serketî û neserketî divê baş bên nirxandin û piştî çalakiyên neserketî divê moral û motîvasyon xerab nebe, xeta û şaşitî divê bên nirxandin û bala xwe bidin serkeftinê.
Mensûbên rêxistina terorê di axaftinên xwe yên bêtêlê de bal dikişînin ku hêzên Komara Tirkiyeyê pişta gel dikin û ev jî zirarareke mezin dide wan.
- "Em li hevdu dixin, bêfesalên ku li xwe dixin hene"
Di axaftinên xwe de dibêjin ku ew li Gevera navçeya Hekariyê tûşî înqisarê xeyalê hatin û wiha dibêjin:
"Mîna mişkan em li holê hîştin. Rasterast dewletê li ser me çong veda. Li devera ku em li benda serkeftinê bûn, em şikestin. Baweriya xwe zêde bi gel neynin. Tîj û tundî û xof dê wan dîsa bi ser xwe de bîne. Heger bivê destxwera wan bînin xwarê. Hêza me bira bibînin, wê çaxê dê vegerin, mecbûr in."
Li herêmê me gelek zeyîet da. Tehemula me li hemberê vê tuneye. Kesên ku nû tên wan perwerde bikin û çekan bidin destên wan û bira ji dûr ve guleya berdin hêzên TCyê. Em li hevdu dixin, bêfesalên ku li xwe dixin hene."