Tirkiye

"Pirtûka "Bajarên Aram" şahidiya dîrokê dike"

Pirtûka Ajansa Anadoluyê ya bi navê "Bajarên Aram" a ku xizmetên qeyûman nîşan dide ji hêla şaredarên Xelfetî, Bozova, Sirûc û Wêranşehirê va bi kêfxweşî hat pejirandin

21.03.2019 - Rojanekırın : 22.03.2019
"Pirtûka "Bajarên Aram" şahidiya dîrokê dike"

Şanlıurfa

Ajansa Anadoluyê (AA) şaredariyên îradeya gel teslîmî terorîstan kiribûn, lê piştî Wezareta Karên Navxweyî qeyûm li van şaredariyan wezîfedar kiribûn gelek xizmet kirin bi navê "Bajarên Aram" wek pirtûk amade kiribû.

Pirtûka AAyê ya bi navê "Bajarên Aram" ji hêla şaredarên Xelfetî, Bozova, Sirûc û Wêranşehirê va bi kêfxweşî hat pejirandin.

Qaymeqamê Sirûcê û Wekîlê Şaredar Tarik Açikgoz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 2,5 sal berê wan dest bi wezîfeyê kiriye û ji wê rojê pê va gelek xizmet hatine kirin.

- "Pirtûka "Bajarên Aram" şahidiya dîrokê dike"

Açikgoz got Ajansa Anadoluyê ev xizmet wek nûçe belav kirin û wiha axivî: "Pirtûka "Bajarên Aram" bûye neynika rastiyê. Xizmetên ku gel bi hêvî li bendê bû di vê pirtûkê da baş hatine nîşandan. Xebatên qeyûman wek pirtûk hatiye amadekirin ku ev jî ji bo me pir bi qîmet e."

Açikgoz sipasiya kesên ku keda wan di amadekirina pirtûkê da heye kir û wiha got: "Pirtûka "Bajarên Aram" şahidiya dîrokê dike. Bi saya vê pirtûkê hemû xebatên qeyûman di pirtûkekê da tên dîtin."

- "Xizmetan pir baş nîşan dide"

Qaymeqamê Bozovayê û Wekîlê Şaredar Zekeriya Goker jî anî ziman AAyê xizmetên şaredariyê pir baş nîşan daye û wiha axivî: "Xebatên me yên salek berê di pirtûkê da cih digirin. Niha li navçeyê ew xizmetên ku di pirtûkê da cih digrin her ku diçe zêdetir dibin. Pirtûk xizmetên bajarên me yên gihîştin aramiyê baş nîşan dide. "

- "Belgeya guherînê ye"

Qaymeqamê Xelfetiyê û Wekîlê Şaredar Şeref Albayrak jî anî ziman bi saya xizmetên qeyûm dewlemendiyên dîrokî û xwezayî yên Xelfetiyê bi têra xwe hatin nasîn û qedrê wan tê zanîn.

Albayrak wiha got: "Pirtûka ji hêla AAyê va hat weşandin guherînên di heyama qeyûman da çêbûn bi eşkere nîşan dide. Ji bo guherîna xizmetên şaredariyê yên biqalîte yên piştî şopên terorê belgeyek e. Ew nîşan dide ku çavkaniyên kamuyê li ku hatine bikaranîn. Wesayîtên şaredariyê yên ku berê cinazeyên terorîstan dibirin niha ji bo gel çawa tên bikaranîn."

- "Dema mirov rabirdûyê binêrin ewê xizmetê bibînin"

Qaymeqamê Wêranşehirê û Wekîlê Şaredar Omer Derecî jî got 2-5 sal e li navçeyê xizmet tên kirin û ew di pirtûkê da tên dîtin.

Derecî wiha axivî: "Li Wêranşehirê êdî ne berhemên terorê, berhemên şaredariyê dijîn. Şaredariya me çavkaniyên şaredariyê dan bin emrê welatiyan. AAyê di vê pirtûkê da guherîna li navçeya me pir baş nîşan daye. Ev pirtûk wê bi salan di pirtûkxaneyên me yên li navçeyê da bimîne. Dema mirov rabirdûyê binêrin ewê xizmetê bibînin. Ez sipasiya her kesê ku keda wan di amadekirina vê pirtûkê da heye, dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.