ÎSTANBUL
Di doza teqîna li Sûka Misirê da ku 7 kes miribûn û 127 kes jî birîndar bûbûn û 16 sal e dewam dike da der heqê bersûcan Pinar Selek û Abdulmecît Ozturk da biryara beraetê hat dayîn.
Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 15emîn a Stenbolê hat dîtin. Piştî parastina parêzerên bersûcan a li dijî mitaleya dozgerê komarê biryar hat eşkerekirin.
Di biryarê da der heqê Pinar Selek û Abdulmecît Ozturk da wiha hat gotin: "Der heqê bersûcan da ji bo ku bê îsbatkirin ku ji ber teqîna li Sûka Misirê sûcdar in delîlên teqez û pêbawer tunene."
Di biryarê da der heqê bersûcan Pinar Selek û Abdulmecît Ozturk da biryara beraetê hat dayîn.
Dadgeh ji ber ku Daîreya Cezayê ya 9emîn a Dadgeha Bilind li hember biryara betalkirinê ya di 10ê adara 2009an da derket, wê dosyeyê bişîne Lijneya Giştî ya Cezayê ya Dadgeha Bilind.