Elif Orhan
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2018
ANKARA
Di dengdayîna ku li Lijneya Giştî ya TBMMê hat kirin de bi hinceta "bêdewamiyê" parlementeriya Leyla Zanaya Parlementera Agiriyê ya HDPê hat daxistin.
Cîgirseroka Parlementoyê Ayşe Nur Bahçekapili îlanê Lijneya Giştî kir ji bo li gor madeyên 138emîn ên Rêznameyê û madeya 84emîn a Destûra Bingehîn bi hinceta bêdewamiya Zanaya HDPyî ya di navbera sala rêzikdanînê ya yekemîn û 1ê cotmehê 2016an sala rêzikdanînê ya duyemîn û 30yê nîsana 2017an de bêyî ku li gor madeya 81emîn a Destûra Bingehîn sond bixwe bênavber beşdarî 212 rûniştinên Lijneya Giştî nebûye nirxandin bê kirin dê dengdayîna biryara Dîwana Serokatiyê û tezkereya Serokatiya TBMMê û rapora Komîsyona Têkel a ku ji endamên Komîsyona Edaletê pêk tê bê kirin.
Pişt re dengdayîna vekirî ji bo dengdayîna Lijneya Giştî hat pêşkêşkirin û qebûlkirin.
Der barê di navbera sala rêzikdanînê ya yekemûn û sala rêzikdanînê ya duyemîn û 1ê cotmeha 2016an û 30yê nîsana 2017an de beşdarî 212 rûniştina nebûye parlementeriya wê bê daxistin dengdayîn hat kirin.
Parlementeriya Leyla Zanayê li gor rêznameya TBMMê ji 276an zêdetir dengî hat daxistin.
324 parlementer beşdarî dengdayîna li Lijneya Giştî bûn. Di dengdayînê de 302 qebûl 22 dengên red hatin dayîn.
Piştî dengdayînê Cîgirseroka TBMMê Ayşe Nur Bahçekapili eşkere kir ku parlementeriya Zanayê hat daxistin.