BEYRÛD
Pîlotên tirk yên 71 roj berê li Lubnanê hatibûn revandin hatin berdan. Her du pîlotên tirk Murat Akpinar û Murat Agca di balafira taybet a ji aliyê hikûmeta Qatar ve hat tehsîskirin de qala serpêhatiya xwe ya 71 rojan kir.
Pîlot Akpinar got ku ew ne carekê 8 caran hatine rewandin. Lewra cihên wan tim hatiye guhurandin.
Akpinar da zanîn ku di vê pêvajoyê de Serokomar Abdûllah Gul, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu ji bo berdana wan pir hewl dane û spasiyên xwe pêşkêşî wan kir û wiha got: "Em dizanin ku Serokomar Gul malbatên me vexwendine û bi wan re mijûl bûye."
Akpinar wiha dewam kir: "Merêkî gir ket hundirê erebê û got 'bi min re were.' Min jî kumê xwe ji serê xwe danî û pê re derketim. Min dît ku ji aliyê din ve jî hevalê min tê derxistin. Tirsa min ew bû ku tiştekî bînin serê tîma kabînê. Piştre gotin ku pîlotê duyemîn jî di destê wan de ye. Ji her du aliyan ve sîleh dan ber serê min, min eşheda xwe anî û sekinîm. Dîtin ku ez eşheda xwe tînim, gotin metirse, em te nakujin."
Alîkarê pîlot Murat Agca
Alîkarê pîlot jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "J bo me xilas bikin pir ked dan. Ez spasiyên xwe pêşkêşî yên ji bo me ked dane dikim."
Akpinarê ku hat berdan hêstên xwe wiha anî ziman: "Ji roja ku em revandibûn vir ve tim min malbata xwe xeyal dikir, dengê hevjîna min tim di guhê min de bû. Hetanî wê çaxê tiştekî wiha nehatibû serê me. Min pir bêriya malbata xwe kir. Min xwest ku zûtirkê hevjîn û zarokên xwe bibînim."
Akpinar bûyera hat serê wan ji nûçegihanan re vegot
Akpinar: "Dema em ji balafirgehê diçûn hotêlê di nav 3-5 kêliyan de em revandin. Ji nişkave hin wesayit derketin pêşberî wesayita ku em lê siwar bûn. Ji her sê wesayitan nêzîkî 10 merên ku di dest wan de çek hebûn peya bûn. Yekî ji wan sîleh da ber serê ajovan yê din bi pîna li deriyê wesayitê da. Min bi îngilizî got fikara nekin."