08 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê hejmara terorîstên kuştî yên di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da gihişt 95an.
Li Îdilê ji bo girtina mensûbên PKKya rêxistina terorê, rakirina barîkat û tijekirina çalên ku tê da teqemenî hatine bicihkirin, ji bo gel ewlehiya can û mal, derketina derva hatibû qedexekirin. Piştî qedexeyê hêzên ewlehiyê "Operasyona Polêsê Harekata Taybet Cangorî Ersîn Yildirim" dest pê kiribû û didome.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û hêzên ewlehiyê bi hev ra operasyonê dikin û vê gavê operasyon li du taxan didome. Hêzên ewlekariyê banga "teslîmbûnê" li terorîstan dikin. Terorîst ji cihên ku xwe tê da veşartine û ji qulên dîwarên xaniyan gulan bera polêsan didin.
Di operasyonan da heta nuha 41 yek çekên lûledirêj ku 5 ji wan qenas bûn, 5 roketavêj, 6 demançe, hejmarek gelek fîşek û gulle, 144 bombeyê destan, melzemeyên teqemeniyê, tonek amonyum nîtrat, dokumentên rêxistinê, bêtêl, dûrbîn, mekîneyên fotografan û flaş bellek hatine girtin.
Herwiha heta nuha 176 barîkat hatine rakirin, 56 konjal hatine dagirtin, 390 teqemeniyên destî hatine îmhakirin, 2 hezar û 975 xanî ji terorîstan hatine paqijkirin.
Li navçeya ku ji sedî 95ê wê hatiye paqijkirin, duh bi kuştina 19 terorîstan, hejmara terorîstên kuştî gihişt 95an.