İSTANBUL
Rojnemavan Onder Aytaçê ku der barê wî de biryara derdestkirinê hatibû dayîn li Stenbolê hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, Onder Aytaçê ku Dadgeha Cezayê Silhê ya 4an a Enqereyê der barê wî de biryara derdestkirinê dabû li Balafirgeha Ataturk hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku Aytaç li Midûriyeta Şaxa Balafirgehê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê tê girtin û dema ku karên der heqê wî de li wê derê biqedin ew ê wî sewqî Edliyeya Bakirkoyê bikin.