ANKARA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk destnîşan kir ku fîlma Nûrî Bîlge Ceylan a bi navê "Xewa Zivistanê", li 87emîn Xelatên Akademiya Oscarê de dê Tirkiyeyê temsîl bike.
Wezîr Çelîk di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de bi bîr xist ku fîlma Ceylan a "Xewa Zivistanê" di 67emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de xelata "Palmiyeya Zêrîn" wergirt.
Çelîk diyar kir ku "Xewa Zivistanê" a niha jî rêwiyê Oscarê ye û ji ber vî Çelîk, Ceylan pîroz kir.
Wezîr Çelîk bi berdewamî wiha got: "Ez hêvî dikim ku Nûrî Bîlge Ceylanê ku di qada navneteweyî de heta niha gelek serkeftin bi dest xistiye, dê heman serkeftinê di Oscarê de jî bi dest bixe û her wiha ez ji cenabê wî re serkeftinê dixwazim."