Walîtiya Şanliûrfayê ragihand ku nûçeyên wekî "Ji Deriyê Sînor ê Gumrikê re alîkariya çekan didin DAEŞa rêxistina terorê" hemû derew in.
Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê de wiha hat destnîşankirin "Nûçeya ku di rojnameya Bugunê de hat weşandin derew e, dixwazin bi rêya nûçeyên wiha gel bixapînin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, DAEŞa rêxistina terorê di 7ê adara 2014an de navçeya Tel Ebyadê xist bin kontrola xwe û ji wê demê vir ve hemû ketin û derketinên herêmê ji çûnûhatinê re hatine girtin û wiha hat gotin:
"Li gor nûçeya derew a ku bi wêneyên ji kamerayên ewlekariyê hildan, amade kirin û belav kirin rewş cihê ye. Di dîmenan de welatiyên sûriyeyî yên ku vedigerin welatê xwe tên nîşandan û di destê wan de eşyayê wan ên ku bi xwe re dibin hene. Lê di nûçeyê de ev malzeme wekî malzemeyên di çêkirina çekan de tên bikaranîn hatine nîşandan. Ji ber vê yekê nûçeyên wek di ser Deriyê Sînor ê Gumrikê re alîkariya çekan didin DAEŞa rêxistina terorê hemû derew in. Herwiha nûçeya ku di rojnameya Bugunê de hat weşandin derew e, dixwazin bi rêya nûçeyên wiha gel bixapînin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Deriyê Sînor ê Akçakaleyê bi 90 kamerayî ve 24 saetan tê raçavkirin.