NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên terorî yên ku ji hêla PKKya rêxistina terorê û hemû rêxistinên terorê ve hatin lidarxistin, şermezar kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dûjarrîc li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der heqê êrîşên terorî yên PKKyê ku gelo Sekreterê Giştî yê NYyê û NY wan kirinan şermezar dike yan na? wiha got: "Duh Sekreterê Giştî Ban ji ber êrîşên terorî sersaxî da hikûmeta Tirkiye û gelê wê. Helbet em hemû êrîşên terorî şermezar dikin û em ê vê tevgera xwe jî bidomînin."
Li ser pirsa "Hûn bi taybetî çalakiyên PKKê şermezar dikin? jî Dûjarrîc destnîşan kir ku belê ew bi taybetî çalakiyên PKKê şermezar dikin.
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mûn duh bi navbeynkariya Ofîsa Berdevkiyê daxuyanî weşandibû û diyar kiribû ku ew ji ber rageşiya di navbera Tirkiye û unsûrên PKKê de di nav qisawetê de ye û xwestibû ku bila di demeke nêz de çareseriyeke aştiyane pêk bê.
Ban di daxuyaniya xwe de ji hemû aliyên berpirsyar xwestibû ku bila venegerin wan rojên berê yên ku bûbûn sedema gelek êş û kederan û ew êş ji nû ve aj nedin.