TUNCELÎ
Neviyê Seyîd Riza Rustem Polat ji ber ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî êxtî avêt û heqaret li kalikê wî kir gilîdar bû.
Polat û parêzerê wî Cîhan Soylemez li ber Dadgeha Tunceliyê daxuyanî dan rojnamevanan.
Polat got ku Bahçelî di 8 û 11ê çiriya paşîn de der barê bûyerên Dêrsimê û Seyît Riza de gotinên nebaş gotin û ji ber wê jî li hemberî Bahçeliyê serî li dadgehê dan.
Neviyê Seyîd Riza bangî Bahçelî kir û wiha axivî: "Were destlênedayîna xwe bide rakirin em bi hev re bên darizandin. Ez ê bibêjim û tu yê guhdar bikî. Heke gotinên min ne rast bin, tu yê wê demê ji bo kesên ku di bûyerên Dêrsimê de hatine kuştin bibêjî 'Ew serîhildan e, ew terorîst in' û tu yê biaxivî û binîvîsî."
Parêzer Soylemez jî got ku gotinên Devlet Bahçelî yên der barê Seyîd Riza de heqaret in û buxtan in. Soylemez got ku ew ji ber vê Bahçelî gilî dikin.
Rustem Polat daxwaznameyek da Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê. Di daxwaznameyê de behsa axaftinên Bahçelî yên di 8 û 11ê çiriya paşîn hat kirin û hat gotin ku Bahçelî di van axaftinan de heqaret û buxatan li Seyîd Riza kiriye.