ANKARA
Hat ragihandin ku Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel do li Qereqola Saygiyê ya Silêman Şah lêkolîn kir.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel bi Fermandarên Hêzên Hewayê û Hêzên Bejayê ra di 26ê adara 2015an da li cihê teze ya Qereqola Saygiyê ya Silêman Şah ya ku di nav erdê dewleta Sûriyeyê da ye lêkolîn kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Orgeneral Ozel bi welatiyên Sûriyeyê û tirkên li wê derê ra sohbet kir.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di 22yê sibata 2015an da operasyon kiribûn û di operasyonê da 38 leşkerî, meyîtê Silêman Şah û 2 mihafizên wî û eşyeyên din barî Eşmeya gundê Sûriyeyê kiribûn. Di operasyonê da 39 tank, 57 wesayîtên bizirx bi tevahî 100 wesayît û 572 leşkeran wezîfe kiribû.