KAYSERÎ
Otobusa ku ji Stenbolê diçû Mûşê li navçeya Pinarbaşiya Kayseriyê qelibî şerampolê. Di qezayê de 21 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn. Nasnameya 20 kesên ku di qezayê de mirin hat tespîtkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Kayseriyê otobusa bi plakaya 34 DG 5950 ku ji Stenbolê diçû Mûşê û şofêrê wê E.K. (42) bû, li ser rêbeja Pinarbaşi-Gurunê di kîlomêtroya 35emîn de ji rê derket û qelibî şarampolê û di qezayê de 21 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn.
Nasnameya 20 kesên ku di qezayê de mirin hat tespîtkirin: "Ugur Gokhan Akdeniz, Naim Demir, Îzzet Karahan, Mikayil Yeler, Huseyin Çiplak, Tekin Karasu, Merve Karahan (20), Nevzat Cemiloglu (39), Omer Abanoz (21), Devrim Koca (9), Suat Bakin, Adem Seçilir, Omer Mendeş, Derya Bakin, Birgul Înal, Hediye Mutlu, Husna Şimşek, Mevlide Aydogan, Yusuf Aydin, Aysu Bayraktar."
Li ser jinike ku di qezayê de mir nasname derneket û hat diyarkirin ku Omer Abanoz jî leşker bû.