DIYARBAKIR
Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr daxuyaniyek da û diyar kir ku îro di rojnameyekê de nûçeyeke bi serenava "Ji bo ku nîzama kamûyê bê parastin kî ji KCKyê arîkarî xwest?" hat weşandin û hat îdiakirin ku Midûrê Ewlehiyê Halîs Bogurcu telefonî Hevserokê KCDyê Hatîp Dîcle kir û jê rica kir ku di 1ê sermawezê de bûyeran dernexînin. Di daxuyaniyê de dan zanîn ku ev nûçe û îdia derew e û tu bingeha wê tune.
Di daxuyaniyê de gotin ku li Diyarbekira ku navenda çandên qedîm e digel sektorên kamûyê û yên taybet bi hemû aliyên wekî nûnerên saziyên sivîl ên civakî û rûspiyan re, car carna bi Hevserokê KCDyê Hatîp Dîcle re hevdîtin hatin kirin û daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Lê belê di van hevdîtinan de mijareke wekî ku di nûçeyê de hat îdiakirin, tu carî neqewimî. Bi nûçeyên derew ên ku hin aliyên diyar bi awayekî sîstematîk çêdikin, hewl didin ku di şexsiyeta Midûrê me yê Ewlehiyê yê Bajêr Halîs Bogurcu de Midûriya me ya Ewlehiyê xirab û neserkeftî nîşan bidin. Tê nirxandin ku ev nûçeya ji binî ve derew e û dûrî rastiyê ye û ji bi destê heman aliyan ve ji bo ku nêrîneke neyînî çêbe hatiye pêşkêşkirin."