Zafer Fatih Beyaz
07 Hezîran 2023•Rojanekirin: 08 Hezîran 2023
Lijneya Ewlekariya Neteweyî (LEN) piştî Hilbijartina Serokomariyê ya 28ê Gulanê hat kirin, dê cara ewil sibê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi endamên nû kom bibe.
Civîna li Kuliyeya Serokomariyê da di heman demê da dê bibe MGKya ewil a kabîneya nû.
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Sererkan Orgeneral Musa Avsever û fermandarên hêzan dê beşdarî civîna MGKyê ya bi serokatiya Serokomar Erdogan bin.
Her wisa Îbrahîm Kalinê jî di vê MGKyê da dê wekî Serokê Îstixbarata Neteweyî (MÎT) cih bigire.