ÎSTANBUL
Nivîskarê rojnameya Tarafê Mehmet Baransû li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Baransû ji ber ku li pêşiya Edliyeyê bi polêsan re devejenî kiriye û der heq wî de biryara girtinê hebûye hatiye binçavkirin. Baransû jî li ser Twîtterê diyar ku hatiye binçavkirin û îdia kir ku di nezaretê de lê xistine.
Hat destnîşankirin ku Baransu niha li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê ye.