ÎSTANBUL
Nivîskarê rojnameya Tarafê Mehmet Baransu hat binçavkirin. Baransu li ser biryara Serdozgeriya Komara Enqereyê hat binçavkirin.
Polêsên Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê yên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re çûn mala Baransu û ew binçav kirin.
Piştî kontrola tenduristiyê dê Baransu sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bikin.
Baransu li ser hesabê xwe ya Twitterê wiha nivîsî: "5 plês hatin mala min. Niha min binçav dikin. Ewil nexweşxane, paşe jî dozgerî."