Ahmet Aydın
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ANKARA
"Mecmûeya Sebîlurreşadê" ya ku Mehmet Akîf Ersoy damezrandibû û sermuherrîrê wê bû, di 110emîn salvegera xwe de li paytext wê li navenda xwe ya nû xizmetê bide.
Gerînendeyê Giştî yê Sebîlurreşadê û Serokê Giştiyê Komeleya Perwerde Çand û Şaristaniyê ya Sebîlurreşadê Fatîh Bayhan di vekirina avahiya nû ya xizmetê de ya li Ulusa semta Enqereyê axivî.
Bayhan bangawazî li dostên Akîf kir ku bibin aboneyê kovarê û bibibn sedemê ku Sebîlurreşad di pêvajoyên pêşdetir de bi hêztir bibe û wê ber bi Qudis, Îslamabad, Sarayevo, Qahîre, Bingazî, Buxarayê fireh bikin.
- "Doza bapîrê min dê li ser milên gencan geşe bide"
Neviya Mehmet Akîf Ersoy Selma Ersoy Argon kêfxweşiya xwe ji vekirina navendê anî ziman û got, "Her çawa ku cenazeyê bapîrê min li ser milê gencan ber bi îstrehetgeha xwe ya ebedî ve çû, dê doza wî dîsan li ser milê gencan geşe bide û weke mizgîniya rizgariyê wê li seranserê cîhanê dengê Îslamê belav bike."
Piştî axafitnan qurdêleya vekirinê hat birîn.

Serokê TBMMê ê berê Bulent Arinç, Parlementerê AK Partiyê yê Sakaryayê Recep Yildirim, Parlementerê AK Partiyê yê Bursayê Mustafa Esgin, nivîskar Rasîm Ozdenoren û Serokê Lijneya Weşanê parlementerê serdema 22yemîn Helbestvan Recep Garîp, Serokê Giştiyê Kultur Memur Senê Macît Erdogan, Serokê Giştiyê Bem Bîr Senê Mursel Turbay û nûnerên saziyên civaka sivîl yên curbicur, herwiha helbestvan û nivîskar jî beşdarî vekirinê bûn.

- Mecmûeya Sebîlurreşadê
Mecmûeya ku Eşref Edîb Fergan kargêriya nivîsê jê re dikir, sala 1908an pêşî bi navê "Sîrata Musteqîm" dest bi weşanê kir. Sala 1912an navê Sebîlurreşadê sitend û mohra xwe li serdema dawîn a fikriyata Dewleta Alî Osman xist.
Mehmet Akif Ersoy di rojên Micadeleya Millî de bi daweta Gazî Mustafa Kemal navenda Sebîlurreşadê veguhast bo Enqereyê. Mecmûeyê sala 1925an hinek navber da weşanê û ji sala 1948an heta 1966an dewam kir. Piştî navbereke bi qasî 50 salî Sebîlurreşadê 14ê tebaxa 2016an bi diruşam "jinûve" dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.

- Dê bibe komelgeheke çandê
Navenda nû ya wê mecmûeyê ya ku sala 1920an li Ulusê li mekaneke dîrokî nivîsgeha xwe vekir û dest bi xizmetê kir, li Ulusa Enqereyê li caddeya Denizcilerê dê bidome û herwiha dê weke komelgeheke çandê jî xizmetê bide.
Ji aliyekî din ve qatek nû ya wê navenda nû dê weke Akadêmiya Sebîlurreşadê xizmetê bide.
Herwiha dersên Sefahatê, civînên Meclisa Asara Ilmiyeyê û çalakiyên çandî yên ku dê weke kevneşopiyeke mehane bidomin, dê li navendê werin lidarxistin.