Malpera înternetê ya Serokomariyê bi erebî dest bi weşanê kir.
Li gor agahiyê çavkaniyên Serokomariyê malpera înternetê ya Serokomariyê "www.tccb.gov.tr" ji bilî tirkî û îngilizî, dest bi weşana erebî kir.
Bi weşana erebî ve daxuyaniyên Serokomariyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê bigîhîje erdnigariyeke 350 milyonî û wê di navbera Tirkiye û cihana ereban pireyek bê avakirin.
Agahî û nûçe wê wek îngilizî û tirkî di heman demê de erebî jî bên weşandin.
- "Tura Sanal wê erebî jî bê nîşandan"
Di malpera Serokomariyê de beşa tura sanal zêde tê temaşekirin. Di vê turê de Kulliyeya Serokomariyê, Mizgefta Gel a Beştepeyê, Seryawerî û Koşka Muzeya Ataturk 360 pile bi wêneyan ve tên nîşandin. Ev jî wê bi erebî bên nîşandan.
Ji bilî vê hesabên Twîtter û Facebookê yên Serokomariyê jî wê bi erebî parvekirinan bikin.