Barzanî li Bexdayê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ev lihevkirina ewil û ya dawiyê nîne ku wan bi hikûmeta navendî ya Iraqê re kir û got ku hevdîtin wê bidomin.
- Naveroka lihevkirinê
Barzanî wiha got "Piştî hevdîtinên me Serokwezîr Haydar el Îbadî, me li hev kir. Ez bawer dikim ku biryarên ku hatin dayîn, wê ji bo herdu aliyan jî baş bibe. Em di vê pêvajoyê de serkeftî derketin"
Barzanî wiha pê de çû:
"Biryar hat dayîn ku rojê 250 hezar warîl nefta herêma Kurdistanê û 300 hezar warîl nefta ku di nav sînorên bajarê Kerkûkê de dertê wê bidin hikûmeta navendî ya Bexdayê. Em ê di îxrackirina neftê de jî alîkariyê bidin hikûmeta navendî. Hikûmeta Iraqê jî wê beranberî vê ji sedî 17yê para me ya ji budçeyê bide. Her wiha ji bo mehaniya pêşmergeyan jî wê ji budçeya Wezareta Parastinê ya Iraqê trilyonek û 200 milyar dînar (milyarek dolar) par bê veqetandin."
Barzanî destnîşan ir ku hikûmeta Iraqê li gor lihevkirinê wê mehaneya karmendên herêma Kurdistanê bi awayekî rêk û pêk bişîne û got ku tengavkirinên Bexdayê yên li ser Hewlêrê jî hatin rakirin û ji bo ku ji budçeya 2014an para wan bê dayîn, Wezareta Darayî ya Kurdistanê wê hevdîtinan bike.
- Zordariya Amerîkayê çênebû
Barzanî daxuyand, ji bo ku lihevkirin çêbibe teşwîqên Amerîka û Neteweyên Yekbûyî çêbûn, lê haya wan ji tu hurguliyan çênebûn û wiha dewam kir: "Tu zordarî li ser vê hevkirinê nehat kirin û lihevkirin bi îradeya herdu aliyan çêbû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan hikûmeta nû , ji ya berê bi xîretir e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên din, ev bû destpêkeke baş. Em li bendê ne ku biryarên ku hatin dayîn di nav hefteyekê de bikevin rewacê."