DIYARBAKIR
Arîkarê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê (ZD) Prof. Dr. Aytekîn Sir û Midûrê Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê Prof. Dr. Salîh Hoşoglû ji peywirên xwe îstifa kirin.
Sekreterê Giştî yê ZDyê Prof. Dr. Sabrî Eyîgun daxuyaniyek da nûçegihana AAyê û got ku her du profesoran îstifa kirin. Eyîgun diyar kir ku daxwaznameyên der barê van îstifiyan de hefteya borî gihişt rektoriyê. Eyîgun got ku tu eleqeya îstifayan û "îdiayên ku dibêjin li ZDyê genedelî û bêrêtî heye" tune. Eyîgun da zanîn ku îstifa hatin qebûlkirin û muameleyên fermî dê dawiya vê hefteyê encam bide.
Prof. Dr. Eyîgun eşkere kir ku dê ji bo peywirên ku niha vala man e du kesên nû dê bên tayînkirin.
Prof. Dr. Aytekîn Sirê ku îstifa kir da zanîn ku peywira wî kargerî nîne, ji bo ku bikaribe bêtir wext ji bo xebatên xwe yên zanistî veqetîne dev ji peywira xwe berda. Prof. Dr. Sir got "Tu eleqeya îstifaya mîn û geşedanên van rojên dawîn ên li ZDyê tune ye. Min daxwaznameya xwe ya îstifayê hefteya borî pêşkeş kiribû. Ji ber ku muamleya ancax hatin temamkirin rastî vê çaxê hat. Bi temamî tesaduf e."