HAKKARÎ
Navenda Piştgiriya Malbatan a Qaymeqamtiya Yuksekovayê ji bo meha muheremê eşûre li jinên navçeyê belav kir.
Xebatkarên Navenda Piştgiriya Malbatan çawa ku her sal bernameya eşûreyê li dar dixin îsal jî bername li dar xistin û eşûre belavî jinan kirin.
Midûra Navenda Piştgiriya Malbatan Zubeyde Ocanê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku li ba Xwedê cihê roja eşûreyê cuda ye.
Ozcanê wiha got: "Li ba Xwedê cihê roja eşûreyê cuda ye. Piştî meha Remezanê meha herî girîng meha Muheremê ye. Em jî ji bo vê bernameyê li dar dixin. Beşa me ya pasteçêkirinê eşûre çêkir û me jî belavî mêvanên xwe kir."
Qaymeqamê navçeyê Îbrahîm Çenet, jina wî Ebru Çenet, xebatkarên saziyê û jin beşdarî bernameyê bûn.