09 Nîsan 2016•Rojanekirin: 10 Nîsan 2016
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê wesaîta leşkerî qelibî û 13 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyan li texma Guzel Suya li ser rêya Gurpinar-Hekariyê wesaîta leşkerî qelibî û di qezayê da 13 leşker birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê tên dermankirin û rewşa wan baş e.