Nevzat Umut Uzel,Zafer Tayfur
07 Nîsan 2024•Rojanekirin: 09 Nîsan 2024
Li Gurpinara navçeya Wanê, wesayîta eskerî welgeriya û di encamê da eskerek birîndar bû.
Li tanga Taxa Hoşapê ya li kîlometreya 55em a rêbejaya Wan-Hekariyê, wesayîta eskerên ji peywirê vedigeriyan, ji kontrolê derket û welgeriya şarampolê.
Li ser îxbarê, ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez, cendirme û polês sewqî cihê qezayê kirin.
Eskerên di qezayê da birîndar bû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.