Önder Beyter
31 Tebax 2020•Rojanekirin: 01 Îlon 2020
Li Wanê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da tûpa metbexê ya bi teqemeniya destçêkirî va girêdayî hat bidestxistin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku xebatên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê yên deşîfrekirina fealiyetên rêxsitina terorê PKK/KCKyê didomin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di encama xebatên îstixbarî da ji bo tesbîtkirina sitargeh, şikeft û depoyên rêxisitina terorê PKK/KCKyê li kirê goma Govikê ya Taxa Eşmepinara Başkaleyê di 30ê Tebaxa 2020an da operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê da 2 teqemeniyên destçêkirî û tûpa metbexê ya bi teqemeniya destçêkirî va girêdayî yên çalkirî hatin bidestxistin."
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku ji bo ewlehî û aramiya gelê herêmê, operasyon bênavber dê bidomin.