VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê di komyonetekê da lêgerîn hat kirin, di lêgerînê da 50 kîlo eroîn hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Amirtiya Ewlekariya Gurpinarê li ser îxbarekê kamyoneteke bi pîlaqeya 34 GVN 38 ya ku ajokarê wê K.B. bû û ji Hekariyê dihate Wanê li Gurpinarê dan sekinandin.
Di kamyonetê da lêgerîn hat kirin di lêgerînê da 50 kîlo eroîna ku bi banda koliyan xistibûn 100 parçeyî hat dîtin.
Hêzên ewlekariyê dest dan ser hişbir û kamyonetê. K.B. û M.K.yê ku hatibûn binçavkirin bi biryara dadgehê hatin girtin.