VAN
Ekîbên cendirmeyan li Elbaka navçeya Wanê 30 kîlo eroîn bi dest xistin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê xeber hildan ku hin kesên madeya hişbirê sewqî bajarên rojavayê bikin.
Ajokarê erebeyê dît ku li tanga Çaldirana Jêrê kontrol tê kirin û li ser vê yekê revî. Ajokar fehm kir ku ekîba cendirmeyan li peyî wî ye ji erebeyê peya bû, di nav çil û çiyan da torbeyê xwe hîşt û revî.
Di torbeyê ku cendirmeyan bi dest xistin da 30 kîlo û 474 qiram eroîn derket. Lêpirsîne ji bo derdestkirina ajokar dewam dike.
Bi vê operasyona dawîn va li Wanê îsal hetanî niha 891 kîlo eroîn hat bidestxistin.