Hat îdiakirin ku li Vanê 5 alîkarên walî ji bo tayînxwestinê daxwazname dane Wezareta Karên Hundir.
Tayîna Walî Aydin Nezîh 3 meh berê ji Konyayê derketibû Wanê. Cîgirên Walî Mehmet Ozel, Mehmet Yuzer, Zafer Coşkun, Salih Altun û Hakan Alkan ji ber pirsgirêkên di navbera wan û walî de, heftêya borî ji bo tayînxwestinê daxwazname dane Wezareta Karên hundir.
Alîkarên Walî Mehmet Yuzer û Mehmet Özer bersiv nedan pirsên rojnamegeran. Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Burhan Kayaturk daxuyani da rojnamegerê AAyê û wiha got: "Haya me ji pirsgirêkê heye. Em hewl didin ku pirsgirêk çareser bibe."
Kayaturk wiha got: "Ji bo pirsgirêkên di navbera Walî Dogan û alîkarên wî de zirarê nedin bajêr, pêdivî bi çi hebe, dê bê kirin.