MÛŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê, di navbera endamên PKKya rêxistina terorê û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket. Di pevçûnê de terorîstek hat kuştin. Hat ragihandin gava ku endamên rêxistinê amadehiyên çalakiyan dikirin şer derket.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên tevgera taybet bişev li bajêr dema ku li dewriyeyê digeriyan li rêya Varto û Mûşê terorîstên ku di destê wan de tiving hene û li benda çalakiyêne dîtin.
Ekîban hişyarî dan wan lê belê milîtanan bi guleyan bersiv dan, li ser vê di navbera terorîst û polêsan de pevçûn derket.
Di pevçûnê de endamekê rêxistina cihêxwaz hat kuştin.
Ji bo derdestkirina terorîstên ku revîn li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.